Girtiya kurd di girtîgehê de çavên xwe ji dest da

Stenbol (Rûdaw) - Sevîm Er a ji "Doza Sereke ya Stenbol KCK"ê 29 meh bûn di girtîgehê de bû, ji ber emeliyateke şaş destpêkê çavê xwe yê rastê winda kir, paşê ji ber şert û mercên giran ê girtîgehê bi çavê çepê êdî tenê ji sedî 5 dibîne. Er, anî ziman di şert û mercên girtîgehê mirov nikare bijî.


Girtiya nexweş a bi navê Sevîm Er ku di 4'ê Cotmeha sala 2011'an de ji "Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê" hatibû girtin û çavê wê yê rastê nedidît, kêm maye çavê xwe yê çepê jî winda bike. Ji ber şert û mercên xerab ên girtîgehê Sevîm Er niha tenê ji sedî 5 dibîne.

Er ku di çavê wê yê çepê de nexweşiya katarakt heye lê ji ber ku di girtîgehê de bû nikarîbû were neştergerkirin.


Sevîmê diyar kir ku şert û mercên girtîgehê bi xwe pirsgirêk in û dema di aliyê tenduristiyê de rewşeke lezgîn pêk tê dest û lingên girtiyan tên girêdan û nikarin tiştekî bikin." Er têkildarî çavê xwe jî got ku li girtîgehê tenê bi dermanan tedawiya xwe dibîne, ji bilî vê tiştek nayê kirin û kêm maye çavê xwe winda bike.


Er anî ziman ku di girtîgeha ku lê dima gelek girtiyên nexweş hene, û ji wan jî rewşa hinekan pir giran e. Er got ku divê girtiyên nexweş tavilê bên tehliyekirin û wiha dewam kir, "Bi destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk re tê xwestin ku rewşa girtiyên nexweş bikin mijara bazarê" û anî ziman ku ew di ti exlaq û wijdanî de tune ye."


Er, bi 37 girtiyan re biryara berdana xwe nirxand û got ku wek rehîneyan dihatin girtin û divê hemû girtî tavilê bên berdan. Er axaftina xwe wiha domand, "Ji ber berdanê em kêfxweş nebûn. Li peyxwehiştina hevalên xwe hesteke nexweş e. Ne tenê girtiyên KCKê, divê tevahiya girtiyên siyasî bên berdan."

Er, her wiha got ku li Tirkiyê dema mijar dibe gelê kurd hiqûq tê jibîrkirin.