Roja 1ê Hizêran hilbijartinên herêmî li 6 ciyan tên dubarekirin

07-04-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hilbijartên şaredariyê li Tirkiyê, ku 30 adarê birêveçûn, lê gengeşên derbarê encamên wê û hejmartina dengen û serlêdana dadgehan û îtîrazan bi dawî nehat, ji ber van gengeşan heta niha saziya Desteya Bilind a Hilbijartinê nikare encamên dawî yê hilbijartinê bi awayeke hûr zaniyariyan bide raya giştî.

Desteya Bilinda Hilbijartê li Tirkiyê biryar da ku wê li şeş ciyan bajar û navçe, di roj 1 Hizêranê de jinûve hilbijartin bên kirin.

li bajarê Agrî piştî ku namzedê BDPê yê ji bo serokatiya şaredariya bajêr Sirî Sakik ku bi 10 dengan şaredaruiyê Agirî bi dest xwe xist, namzedê AKP  Hasan Arslan ew biryar li dadgehê red kir, û ji nûve dest bi jmartina dengan bû, û tevî ku çend caran deng hat jmartin û BDP bi serket, lê ew encam ji aliyê AKPê nehat qebûl kirin.

Sakik ji raya giştî re ragihand ku, tevî ku ew bawerin wê ew biserkevin û tevî ku li jmartina dawî BDPê bi 150 dengan bi pêş ket , lê ji ber ku ew mijar dibe sedema ne aramî û tevleheviyê, wan li dadgehê îtîraz kir ku ew hilbijartin carek din bê kirin, û li ser wê îtîraza BDPê li wir desteya bilinda hilbijartinê biryar girt ku wê hilbijartin ji nûve li yekê hezîranê bê çêkirin.

Lê li gor raydarên BDPê wan li gelek navçeyên wek Heskîf, Hezo, Serêkaniyê, Xelat û wîranşer, norşînê serî li dadgeh û desteya bilinda hilbijartinê dane û bi hînceta ku lîstok ji aliyê AKPê de çêbûye, deng hatine dizîn, deng şewitandine, encamên hilbijartinê red kirine ê li ser wê jî îtîraza xwe pêşkêş kirine.

Biryara desteya bilind ku encamên hilbijartinên bajarê Agirî îptal biek , û ji nûve li yekê hezîranê hilbijartin bê kirin, ne tenê li vî bajarî ew biryar hatî standin, li navçeya Norşîna Bidlîsê piştî ku BDPê şaredarî bi dest xist, desteya bilnda hilbijartinê li ser îtîraza AKPê , biryar stand ku hilbijartin li yekê hezîrianê de jinûve bê kirin.

Herwiha li navçeya Serînova Mûşê ji ber ku AKPê bi du dengan şaredarî bi dest xist partiya CHPê îtîraz û desteya bilinda hilbijartinê biryara jinûve di yekê hezîrê hilbijartin bê kirin da, û li navîeya Şabanozuya Çanikira Tirkiyê, û navçeya Ulaşa Sêwazê û Yeşîlyurta Tokatê heman biryar hat standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst