Bulent Arinç: Divê pêşbirka Bursapor-Amedsporê bê dubarekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç diyar kir ku pêşbirka Bursapor-Amedsporê ya ku lîstikvanên Amedsporê û alîgirên wan rastî êrîşê hatin û bi kuştinê gef li wan hat xwarin, divê li stadyumeke bêalî bê dubarekirin.

Bulent Arinç der barê êrîşê de daxuyanî da û tê de got “Dibe ku plana yekî ji bo tehrîkkirina cudahiyên ramanan an jî dijminkirina aliyan li ser nakokiyên wan, ji bo wan bikêrhatî be.”

Arinç destnîşan kir ku beriya pêşbirkê çi bibe ji berê ve diyar bû û dibêje “

Pêwîstiya mejiyê dewletê ne ew e dema ku ew eşkere ye ku dî çi dibe, destûrdayîna lîstina pêşbirkê û piştre derbarê yên xemsariya wan heye lêpirsîn destpêkirin, divê îmkan jî nedin bûyerên bi vî rengê çêbibin.”

Arinç di daxuyaniya xwe de ragihand “Trîbun jî wek kolan û meydanan di nav sînorên qanûnî de dikarin bibin qada her cure rexne û xwepêşandanan. Lê belê di vê çarçoveyê de ne pêkan e ku bûyerên roja Yekşemê û yên berê qewimîne binirxînin.”

Bi beşeke din a daxuyaniya xwe de Arinç Dibêje “Eşkere ye ku pêşbirkên ku aliyan dilîzin ne di şert û mercên wekhev û adil de ne. Ne serketina Bursaspor û ne jî ya Amed Sportîf a di nîveka ewil a lîgê de serkeftineke rewa ye. Ji bo ku werzîş ji vê qada nakokî derkeve û aştî pêk were divê pêşbirkên di navbera aliyan de li stadyumeke bêalî bên dubarekirin.”