Bahçelî piştevaniya êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê dike

07-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li êrîşa nîjadperest a li dijî Amedsporê ya li Bursayê xwedî derket û got: “Cihekî bi navê Amed nîne. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim. Ez wan ji bo helwesta wan a netewî pîroz dikim."

Tîma Amedporê ku li bajarê Bûrsayê hem berî lîstikî li otelê rastî êrîşê hatibûn hem jî di dema lîstikê de li stadyuma Bursasporê ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî erîşa fizîkî û devkî hatibûn û sloganên nijadperest li dijî wan hatibûn bilindkirin.

Erîşa nijadperest a li dijî tîma Amedsporê gelek karvedanan bi xwe re anîn.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya îro de piştevaniya xwe bo êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê nîşan da.

Derbarê êrişê li dijî lîstikvanên Amedsporê de Bahçelî got: “Ji bo me cihekî bi navê Amedê nîne û divê behsa Amedsporê neyê kirin. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim û ji ber helwesta wan a neteweyî wan pîroz dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst