Mehmet Kaya: Biryarên Amerîkayê dê bandorê li ser rewşa Tirkiyê bikin

07-03-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Amerîka li ser mijara kirîna mûşekên S-400 hişyariyê dide Tirkiyê
Amerîka li ser mijara kirîna mûşekên S-400 hişyariyê dide Tirkiyê
Nîşan Amerîka Tirkiye Dorpêç James Jeffrey Mehmet Kaya
A+ A-

Enqere(Rûdaw) – Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê  Mehmet Kaya  ragihand ku biryarên Amerîkayê yên di derbarê sîstema bacê de eger gelek zêde nebe jî, lê dê bandora xwe hebin li ser rewşa Tirkiyê.

 

Di serdana Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey bo Tirkiyê de  nakokiyên di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin. Amerîkayê ji ber nakokiyan Tirkiyê ji "sîstema baca kêm" derxist û niha tê îda kirin ku eger Tirkiye li ser kirîna mûşekên S-400 rijd be, Amerîka jî dê weke bersiv  dorpêçek nû ya aborî û bazirganî li ser Tirkiyê ferz bike.

 

Di demekê de ku helbijartinên heremî li Tirkiyê nêzîk dibin hem desthilat hem jî oposizyon di rojeva xwe de herî zêde cih didin mijara aboriyê, piştî zêdebûna nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerikayê de metirsiya dorpêçeke nû li ser aboriya Tirkiyê peyda bûye. Amerîka li aliyekî rêjeya bacên li ser kelûpelên Tirkiyê diguhere û li aliyên din jî berdewam li ser mijara kirîna mûşekên S-400 hişyariyê dide Tirkiyê.

 

Derbarê vê mijarê de lêkolîner û aborînas Doç. Dr. Burak Bilgehan Ozpek ji Rûdawê re wiha got: “Tirkiye xwedî aboriyeke hesas û nazik e. Partiya Dad û Geşepêdana tenê dikare bi parasatina vê sîstema aborî  li desthilatê bimîne,eger desthilat bi welatên derve re  li hev neke û tawîzan nede , bi dorpêçekê yan bi biryareke siyasî dikarin sîstema aboriya Tirkiyê têk bidin.”

 

Mijar herî zêde ji aliyê sazî û jorên bazirganan ve tê şopandin. Gellek jorên bazirganiyê naxwazin di niha de helwesta xwe aşkere bikin lê bi şêweyekî giştî daxwaza karsaz û bazirganan ew e ku hikûmet li hember her rewşeke di amadebaşiyeke baş de be.

 

Li ser vê yekê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê  Mehmet Kaya jî got: “Biryarên Amerîkayê yên di derbarê sîstema bacê de eger gellek zêde nebe jî, lê wê bandora xwe bikin, rêjeya bazirganiyê ya ku ji sîstema baca erzan tê derxistin ne rêjeyeke zêde ye, lê eger nakokî çareser nebin, îhtimale ku gavên mezintir werin avêtin. Paşeroja peywediyên her du aliyan girîng in û bi vî şeklî jî xusarê dibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst