HDPê xwe ji bo çalakiyên 8ê Adarê amade dike

Amed (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Demokrat a Gelan (HDP) ya Amedê Sibel Yigitalp ew dê di 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de berê xwe bidin qadan bi dengekî bilind li dijî rewşa awarte derkevin.


Parlamentera HDPê Sibel Yigitalp ji Rûdawê re ragihand ku heya niha li Şirnex, Licê û Sûrê qedexeya derketinê berdewam dike û jin jî baca herî giran didin, lewra ew daxwazê ji tevahya jinan dikin ku beşdariyê di çalakiyên 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de bikin.


Sibel Yigitalp wiha got: “Nêzî hefteyekê ye em ji bo 8ê Adarê dixebitin. Li navçeyan û li hin derên din me li dar xistin. Li pêşiya me 8ê Adarê heye, 2 roj şûnde em dê li qada stasyonê, bi pêşengiya jinan pîrozbahiya 8ê Adarê li dar bixin. Em hemû gelê Amedê vedixwînin pîrozbahiyê.”

 

Yigitalp amaje kir ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi serdemeke gelek giran re derbas dibe û wiha domand:

 

“Welatekî ku bi Rewşa Awarte tê meşandin, Biryarnameyên di asta yasayan de hene, qedexe hene, li Sûrê qedexe berdewam e, li Şirnexê, li Licê niha qedexe didome û ji ber qedexeyan herî zêde jin têne mexdûrkirin. Êş û jana wan herî zêde jin dikşînin û ji ber ku li dijî şer herî zêde jin disekinin. Ji bo ku ev pêvajo vegere ser aramiyê û bê pevçûnê, em dixwazin dengên xwe bilind bikin.”