Bajarê Kilîsê ji ber penaberên Sûrî, xelata Nobelê dixwaze!

07-03-2016
RÛDAW
Kilîs
Kilîs
A+ A-

Kilîs (Rûdaw) - Bajarê Kilîsê yê Tirkiyê dixwaze ku xelata Nobelê ya Aştiyê bistîne. Kilîs yek ji wan bajaran e ku herî zêde penaber li wî bajarî dijîn. Rayedarên bajêr jî dibêjin, em mînakek in bo hemû dinyayê divê em werin xelatkirin.

 

Bajarê kilîsê 1460 sal beriya zayîna Hz. Îsa cihê seyrangeh û bêhinvedana siltanên Helebê bûye. Peyva “Kilîs” jî di zimanê sûmerî de tê wateya “cihê bêhinvedanê û keyfê”. Niha jî ev bajar pêşwaziya 127 hezar penaberên Sûrî dike. Kilîs yek ji wan bajaran e ku herî zêde penaber lê bicîh bûne ji ber wê jî Kilîsî dixwazin xelata Aştiyê ya Nobelê bistînin.

 

Serokê Şaredariya Kilîsê Hesen Kara derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, em xwe weke bajarê "ensar" bi nav dikin. Li Tirkiyê herî kêm li Kilîsê bûyerên asayîşê diqewimin. Her çend ku me pêşwaziya hejmareke zêde ya penaberan kiriye lê bajarê me aram e. Ji ber xelkê me pêkve di nav aştiyê de dijîn. Xelkê Kilîsê bi vê taybetiya xwe xeleta Nobelê heq dike.

 

Şaredariya Kilîsê bi piştgiriya çend saziyên din kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin ku penaber û xelkê xwecihî îmze didin da ku Kilîs xelata Nobelê bistîne.

 

Berpirsê kampanyaya îmzeyan li ser kampanyayê ji Rûdawê re got, penaber jî dixwazin ku xelat bibe ya Kilîsê. Hem xelkê me yê kilîsê hem penaber seredana xîweta me dikin û dixwazin îmzeyan bidin. Em hêvî dikin ku berpirsên Nobelê dengê me bibihîzin û xelatê bidin me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst