GGC xwedî li Namik Durukan derket

07-03-2013
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), bi daxuyaniyek xwedî li rojnamevan Namik Durukan derket 

.

Durukan, têbiniyên hevdîtina bi Ocalan re aşkera kiribû û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî li hemberî vê nûçeyê û Durukan nerazîbûn nîşan dabû 

.

Ji ber ku nûçegihanê rojnameya Milliyetê ya Enqereyê Namik Durukan têbiniyên hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şandeya BDP’ê re aşkera kiribû û di rojnameyê de nivîsandibû, rastê nerazîbûna Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hatibû. Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), bersiv da rexneyên Erdogan û xwedî li Namik Durukan derket .GGC di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Hevalê me çi kiriye? Li pey nûçeya xwe ya têbiniyên hevdîtinê ketiye, ev têbinî peyda kiriye û bi serkeftineke rojnamevaniyê ev têbinî kiriye nûçe. Ev serkeftinek e."


GGC’ê bi bîr xist ku Durukan bi salan li Amed, Iraq, Sûriye û Enqereyê rojnamevanî kiriye û di karê xwe yê rojnamevaniyê de gelek cefa kişandiye. GGC’ê xwest rexneyên niheq ên li hemberî Durukan bên sekinandin û Durukan êdî neyê tewanbarkirin .

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst