Rojnamegeran ji bo hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglu / Wêne: Xa Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegeran Nezahat Dogan û Dîcle Muftuogluyê ji bo ku biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Rojnamegeran daxwaza xwe radestî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuogluyê li ser navê rojnamegeran daxuyanî da û got ku ew wekî rojnameger nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan dişopînin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle got:

“Gelek aliyan daxuyanî dan û me jî hewl da ku em van bigihînin raya giştî.

Hemû alî bi weşana zindî li televîzyonan daxuyaniyan didin.

Lê mixabin em nikarin daxuyaniyên Abdullah Ocalan rasterast bigihînin raya giştî.

Heta niha bi rêya şandeyan em hinekî agahdar in.

Ji ber vê yekê me wekî rojnamegerên jin serî lê da ku em karibin bi aktorê sereke yê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin û nêrînên wî yên li ser pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê zanibin.

Em wekî rojnameger xwediyê erkê ronkirina civakê ne, em dixwazin di vê xalê de pirsên xwe jê bikin.”