ENQERE - 33 kes ji ber alkola sexte mirin

Wêneyekî temsîlî / Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 33 kes ji ber alkola sexte mirin.

Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn daxuyand ku tedawiya 20 kesên ku alkola sexte vexwariye jî berdewam dike.

Li gorî gahiyên ku Şahîn dane, derbarê 32 kesên ku alkola sexte çêkiriye û firotiye kar û barên yasayî hatine kirin û 13 ji wan hatine desteserkirin.

Meha borî li Stenbolê herî kêm 33 kes ji ber alkola sexte miribûn.