Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ji ber dilê xwe hat ameliyatkirin.
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku devikê dilê Bahçelî hatiye guhertin û rewşa wî ya tenduristiyê wî baş e.
Di daxuyaniya MHPyê de hat ragihandin ku Bahçelî 4ê Sibatê ji bo kontrol û tedawiyên plankirî li nexweşxaneyê hatiye razandin.
Hat bibîranîn ku devikê dilê Bahçelî 10 sal berê jî hatiye guherandin lê ji ber nîşaneyên dejenerasyonê careke din pêdivî bi vê ameliyatê çêbûye.
Li gorî daxuyaniya MHPyê, ameliyat doh hatiye kirin û baş derbas bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Bahçelî 'gelekî baş û stabîl' e.
Hinek malperên nûçeyan berê gotibû ku Bahçelî ji ber nexweşiya dil çûye nexweşxaneyê.
Lê partiya wî gotibû ne ji ber nexweşiya dil, ji ber kuxikê çûye nexweşxaneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse