5 partiyên siyasî li ser erdheja Mereşê daxuyaniyeke hevbeş dan

Hewlêr (Rûdaw) - AKP, CHP,MHP, HDP û IYI Partiyê derbarê erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevbeş dan û peyama “Em ligel welatiyên xwe ne û di xizmeta we de ne” dan.

Di roja duyemîn ya erdhejên li 10 parêzgehan de bi îmzeya Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop li ser navê 5 partiyên siyasî AKP, CHP, MHP, HDP û IYI Partiyê daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.

Di daxiyaniyê de amaje bi wê yekê têkirin ku wek nûnerên 5 partiyan ew amade ne bi her alî di xizmeta welatiyan de bin û wek parlamenter jî ji bo karê pêwîst ew dê li ser kar bin. Herwiha ji bo welatên ku alîkarî û sersaxî xwestine jî spasî hat pêşkêşkirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê ragihandiye ku derbarê biryara ragihandina Rewşa Awarte jî bi navber kar û xebata xwe berdewam dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Sêşemê 7ê Sibata 2023ê derbarê Erdheja Mereşê de axivî û amar û biryarên nû ragihandin. Erdogan got 10 bajarên ku erdhej li wan çêbûye wek “Herêma Karesatê” radgihînin û biryar daye li wan bajaran bo 3 mehan “Rewşa Awarte” rabighîne. 

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.