Erdogan li 10 parêzgehan rewşa awarte ragihand

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê erdhejê de daxuyanî da û ragihand: "Em li 10 parêzgehên xwe yên ku erdhej lê çêbûne wek Herêmên Afetê îlan dikin."

Recep Tayyip Erdogan diyar kir, rewşa awarte ya li wan parêzgehan dê bo 3 mehan be.

Erdogan amarên herî dawî yên qurbanmiya belav kir û got "3549 mirin û 22 hezar û 168 birîndar hene. Teseliya me ya herî mezin ew e ku heta niha zêdeyî 8 hezar welatiyên me ji bin xirbeyê hatin rizgarkirin."

Erdogan, roja Sêşemê 7ê Sibata 2023ê derbarê Erdheja Mereşê de axivî û amar û biryarên nû ragihandin. Erdogan dibêje, 10 bajarên ku erdhej li wan çêbûye wek “Herêma Karesatê” radighînin û biryar daye li wan bajaran bo 3 mehan “Rewşa Awarte” rabighîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wiha axivî:

“Niha 53 hezar 317 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê û tîmên alîkariyê li herêmên erdhejê dixebitin. Ev hejmar bi kesên ji nav welat û derveyî welat tên zêdetir dibe. Heta niha 54 hezar kon û 102 hezar nivîn û pêdiviyên din bo bighin mexdûrên erdhejê bo herêmê hatine şandin.

Bo çalakiyên alîkariya bilez û piştgiriyê destpêkê 100 milyar lîre bo bikaranîna saziyan hatiye veqetandin. Ji ber şertên tund ên zivistanê di gihandina amûrên tîmên rizgarkirinê û alîkariyên de zehmetî derdikevin. Me beşek ji balafirxaneyên li herêmê ten bo veguhestina alîkariyan veqetandin. Bo tendirustiyê nêzîkî hezar ambulans, 241 tîmên UMKEyê, du balafirên ambûlans û 5 hezar karmend hatine şandin.

Di zûtirîn de dem de tespîtkirina bandora erdhejê, ku li herêmeke berfireh belav bûye, me balafirên bêmirov jî xistin xizmetê. 70 welat û 14 saziyên navdewletî pêşniyara alîkariyê kirin. Em bi 18 serokên hikûmet û dewletan re axivîn, ku bi telefonê li me geriyan. Em spasiya hemû dost û serokên hikûmet û welatan dikin, ku di vê roja zehmet a welatê me de ji bo alîkarî û pêşniyara piştgiriyê telefona me kirin, peyam şandin û daxuyanî dan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst