Şaredarê Hatayê: 1200 avahî hilweşiyane

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş ragihand ku li parêzgeha Hatayê ji ber erdhejê hezar û 200 avahî hilweşiyane û gelek kesan jî canê xwe ji dest dane.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Li Hatayê di serî de balafirxanayê zerar dît û wek nexweşxane û şaredariyê hejmareke zêde ya avahiyên hikûmî hilweşiyan.

 Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş Savaş got: “Derfetên me kêm in û em nikarin bigihin hemû welatiyên xwe. Tîmên rizgarkirinê ji ber bi derfetên xwe bi rêya bejahî hatin êvarî gihiştin. Em çaverê dikin îşev zêdetir bên. Gelek mirovên me li benda rizgarkirinê ne.”

Savaş dibêje, li tavahiya parêzgehê nêzîka hezar û 200 avahî hilweşiyane û nexweşxane û pizîşkên wan zerareke zêde dîtine.

Şaredarê Hatayê herwiha got: “Gelek mirovan canê xwe ji dest dane. Înşallah di demeke zû de dê zêdetir alîkarî bên. Ji bo mirovên me yên li derve pêwîstiya me kon, cilûberg, paçê zarokan û mamayên zarokan heye. Li Hatayê 2 milyon û nîv mirov hene. Em têre hemûyan nakin. Em li hêviya alîkariya dewletê, hikûmetê, saziyên sivîl, şaredarî û xêrxwazan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst