HATAY - Birîndarên erdhejê bi keştiyê tên veguhestin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, birîndarên erdhejê bi keştiyan bo parêzgeha Mêrsînê tên veguhestin.

Erdheja ku doh 6ê Sibatê li navçeya Bazarcixa Mereşê bi hêza 7.7 pile çêbû, zerareke mezin da parêzgeha Hatayê jî û di encam de ligel bi sedan avahî Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderunê jî hilweşiya.

Li Hatayê xebatên rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane berdewam in. Birîndarên ku ji bin kavilan tên derxistin ji Bendera Îskenderunê, bo dermankirinê bi keştiyan bo parêzgeha Mêrsînê tên veguhestin.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst