Encamên 13 rapirsiyan: Dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur zêde ne

07-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên 13 rapirsiyên cuda ku di meha Çileyê ya 2022an de hatine kirin dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê ji dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê zêdetir in.

Rûpela Rapor û Rapirsiyan encamên nîvekî yên rapirsiyên kompanyayên Metropoll, Gezici, Artıbir, AR-G, Area, Aksoy, ORC, MAK, İEA, TEAM, AKAM, Yoneylem û Sosyopolitikê ku di meha Çileyê de kiribûn eşkere kir.

Li gor encamên 13 kompanyayên rapirsiyê dengên Tifaqa Millet %40,5 in û dengên Tifaqa Cumhur %39,6 in.

Encamên nîvekî yên 13 kompanyayên rapirsiyê ku di meha Çileyê de hatine kirin wiha ne:

AK Partî: % 32,2

CHP: % 27,1

ÎYÎ Parti: % 13,4

HDP: % 10,6

MHP: % 7,4

Partiya DEVA: % 3,1

Partiya Pêşerojê: % 1,7

Seadet: % 1,3

Partiya Memleket: % 0,9.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst