Cem Yilmaz: Ew kesê ji giranbûna pêdeviyên jiyanê gazinan neke yan diz e yan jî dîn e

07-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aktor û komedyenê navdar ê Tirkiyê Cem Yilmaz derbarê hejarî û giranbûna pêdeviyên jiyanê de li Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û got: “Ew kesê ji giranbûna pêdeviyên jiyanê gazinan neke yan dize yan jî dîn e.” Cem Yilmaz 6ê Sibata 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û kesên ku qebûl nakin li Tirkiyê krîza aborî heye rexne kirin.

Yilmaz di Twitta xwe de dibêje: “Dema borî tiştek hebû, bacên ku hun didin bo we wek xizmeta rê, av û elektrîkê vedigere!! Gelek ên çûn xwiya ye ji cihê xwe razî ne ku ligel çend sal derbas bûne lê ji geşta xwe venegeriya ne. Li gor min kesê ku ji giranbûna pêdeviyên jiyanê gilî û gazinan neke yan dize yan jî dîne. Rojbaş.”

Piştî peyama Cem Yilmaz komedyenekî din ê bi navê Şahan Gokbakar jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Min şerm kir ku faturaya elektrîkê ya bo min hatiye parve bikim… Vêca çiqas hatiye hun bifikirin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji destpêka sala 2022ê ve wek piraniya pêdiviyên sereke yên jiyanê bihayê eletirîkê jî derdora ji sedî 50 heta ji sedî 125 hat zêdekirin. Vê bihabûnê bandoreke xirab li aboriya welatiyan kiriye û êdî kesên navdar ku dahata wan baş e jî nerazîbûna xwe pêşan didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst