IZMÎR – Ji her koçberekî Kurd 2 hezar û 500 dolar tê wergirtin

Izmîr (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê ji bajarê Izmîr ê Tirkiyê ve ragihand, nirxê bi qaçaxbirina koçberan bi qeyîkan derdora 2 hezar û 500 dolarî ye û bi belemên plastîkî nêzîkî 800 dolarî ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ku jibo şopandina rewşa koçberan çûye bajarê Izmîr ê Tirkiyê, derbarê çawaniya derbasbûna koçberna bi rêyên qaçax ji Izmîr ber bi Yûnanistanê û ji wir ber bi Ewropayê ve agahî dan.

 

Hêvîdar Ehmed got, li bajarê Izmîrê behs behsa koçberan e. Polîs çavdêriya derya û belem û qeyîkan dike ku diçin nav deryaya Egeyê. Di demekê de ku beşek ji wan bi awayî yasayî geşt dikin, beşek ji wan jî bi awayeke neyasayî koç dikin.

 

Ehmed amaje bi nirxên bi qaçaxîçûna koçberan bi qeyîkan û belemên plastîkî dike û dibêje: “Koçkirin bi qeyîkan nirxa wê 2 hezar û 500 dolar e û bi belemên plasîtkî jî nêzîkî 800 dolarî ye.”

 

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir, ku kesên qaçaxçî qet wan koçberan nabînin ku bi rêyên qaçax ber bi Ewroapyê ve dişînin û tekez kir, qaçaxçî telefona koçberan dikin û ji wan re cih diyar dikin, daku ji wir ve birêkevin.

 

Hêvîdar Ehmed herwiha dibêje: “2 cure qaçaxçî hene, hinek ji wan xelkê Afxanistanê ne û hinek din jî xlekê Başûrê Kurdistanê ne, lê belê welatiyên Başûrê Kurdistanê bi rêya qaçaxçiyên afxanî ve koç nakin.”