Azadiya çapemeniyê li Tirkiyê di metirsiyê de ye

07-02-2014
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Istanbul (Rûdaw)- Saziya Azadiya Çapemeniyê û Mafê Mirovan ya Navnetewî Freedom House derbarê azadiya çapemeniya Tirkiyê raporek amade kir. Rapor di bin navê "Aloziya Demokrasiyê: Li Tirkiyê gendelî, medya û hêz" hate aşkere kirin. Li gor raporê li Tirkiyê çapemenî di bin çewisandinê de ye.


Dîrektorê Weşanê yê Tora Ragihandina Serbixwe Bîanet, Haluk Kalafat ji Rûdawê re dibêje: “Tiştê ku em ji raporê famdikin ewe ke Tirkiyê welatekî otorîtere. Em dibînin ku li Tirkiyê gelek tişt nehatiye guhertin. Pêşveçûn tuneye. Lê paşveçûnek heye. Berî çend salan gihîştina agahiyê bi çekan dihate astengkirin. Rojnameven dihatin kuştin. Îro tavêjin girtîgehê.”


Hin tespitên ku di raporê de cih digirin evin: Rojnamevanên ku Serokwezîr Recep Teyib Erdogan rexne dikin rastî êrişî Erdogan tên. Herî kêm 59 rojnamevan ji ber bûyerên Geziyê ji kar hatine avêtin. Heman tişt piştî 17 meha 12an ya 2013an jî pêk hat. Bi dehan rojnamevan di girtîgehê de ne, ku gelek ji wan Kurdin. Rapor balê dikişîne ser zagona qedexekirina înternetê, ku di parlamentoya tirkiyê de hate qebûlkirin. 


Serokê Şaxa Stenbolê yê Komeleya Rojnamevanên Hemdem ÇGD, Nazım Alpman di vî warî de wiha ji Rûdawê re axivî: “Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê beriya vê raporê jî ne gelekî baş bû. Bi taybeti ji bo çapemeniya Kurd rewş xirabtire. Medya Tirkiyê hem duh hem jî îro li gel dewletê cih girtiye. Çapemenî di rojên pêşiya me de dê nikaribe di navberê de bimîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst