Heyeta Îmraliyê û CHP civiyan

Duh li 11:01
Nîşan Şandeya Îmraliyê CHP Şandeya DEM Partiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina şandeyên CHP û DEM Partiyê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li hev dest pê kir.

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê ji aliyê Serokê Giştî yê CHPyê Ozugr Ozel ve hat pêşwazîkirin.

Her wiha ji bilî Ozgur Ozel alîkarên Serokê Giştî yê CHPyê Selîn Sayek Boke û Gokhan Gunaydin jî di civînê de amade ne.

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, şandeya navborî dê îro saet 13: 00ê biçe serdana Partiya DEVAyê.

Serdana herî dawî ya şandeya  DEM Partiyê dê saet 15:30an bi Partiya Yenîden Refayê re be û dê ji aliyê Serokê wê Fatîh Erbakan ve were pêşwazîkirin.

Şanda DEM Partiyê piştî hevdîtîna li Îmraliyê biryar daye di çarçoveya pêvajoyê de biçe serdana aliyên siyasî û bi wan bişêwire.

Şandeya DEM Partiyê doh li Parlamentoya Tirkiyeyê, AK Partî, Serokê Partiya Paşerojê Ahmed Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan ziyaret kiribû.

Tê gotin ku Heyeta Îmraliyê piştî van hevdîtin dê careke din bi Ocalan re hevdîtnê bike û naveroka hevdîtinên bi aliyên siyasî re, ji wî re pêşkêş bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst