Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan: Hûrgili eşkere bûn

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Recep Tayyîp Erdogan Enqere Petrola Kurdistanê Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdanên xwe yên fermî de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Civîn li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê bêyî çapemeniyê pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di civînê de “xurtkirina pêwendiyên dualî, pêşhatên dawî yên li Îraqê û guherînên li Sûriyeyê” hatin gotûbêjkirin.

Her wiha hat ragihandin ku “divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin û astengiyên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê werin rakirin.”

Tekeziya li ser aştî û ewlehiya Sûriyeyê

Di civînê de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî xaleke girîng a rojevê bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku alî li ser pêwîstiya dabînkirina aştî û ewlehiyê li Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyan hevfikr bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya serdanên fermî de gihişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Mesrûr Barzanî berî Erdogan bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyabû.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de “bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşhatên dawî yên têkildarî rewşa giştî ya Îraq û herêmê” hatin gotûbêjkirin.

Destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê

Li aliyê din, Cîgirê Serokê Nivîsgeha Serokwezîriya Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku Mesrûr Barzanî “ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çûye Tirkiyeyê.”

Daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyeyê

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokkomariya Tirkiyeyê de hat weşandin de hat gotin:

“Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li Koşka Serokkomariyê, Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdan a Îraqê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir.

Di pêşwaziyê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî amade bû.”

Piştî civîna Erdogan û Mesrûr Barzanî, Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Serokkomar Erdogan diyar kir ku bi taybetî di bin ronahiya pêşhatên li Sûriyeyê de Tirkiye girîngiyê dide parastina aramî û ewlehiya Îraqê.

Her wiha ji bo ku pêşhatên li Sûriyeyê nebin sedema bêîstiqrariyên nû li herêmê hewl dide û di paşeroja Sûriyeya nû de cihê rêxistinên terorîst û hêzên girêdayî wan nîne.

Birêz Serokkomar diyar kir ku pêwîstî bi pêkanîna projeyên ku dê aramî û refahê li herêmê zêde bikin heye, bi taybetî Rêya Bipêşketinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst