Şaredariya Antalyayê ya CHPyê salon neda DEM Partiyê: ‘Em ti carî dengê xwe nadin’

07-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Patiyê di kongreya partiya xwe ya li bajarê Antalyayê de bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û rexne li Şaredarê Antlayayê ku CHPyî kirin û got, “Em ti carî dengê xwe nadin kesekî faşîst û nijadperest ku silavê û salonê nade Kurdan.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kongreya rêxistina xwe ya Antalyayê li dar xist.

DEM Partiyê ji Şaredariya Antalyayê daxwaza holeke kongreyê kiribû ku tê de kongreya xwe saz bike lê şaredariyê hol neda û ew jê neçar man ku li holeke şahiyên zewacê kongreya xwe saz bike.

Hevserokê DEM Patiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser hilbijatinên xwecihî û lihevkirinên ku dê li bajarên Tirkiyeyê çêbin.

Bakirhan herwiha rexne li helwesta Şaredarê CHPyî yê ku di hilbijartinên 2019an de bi dengê Kurdan bi ser ket, kir û got:

“Yê ku me tune dihesibînin û me naxin cihê mirovan û wek AK Partî û MHPyê nêzîkî me dibin, em ne deng didinê û ne jî pê re li hev dikin.”

“Me kongreya xwe li holeke şahiyên zewacê li dar xist”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan herwiha anî ziman:

“Li pêşiya me hilbijartinên xwecihî hene. Ji xwe hûn dizanîn li bajarên Kurdistanê dê sindoq werin danîn û bi awayekî herî demokratîk, berbijêrê ku xelkê me destnîşan bike dê bibe berbijêrê me.

Li rojava Antalya jî di nav de em dê lihevkirina bajaran esas bigirin. Lihevkirina bajaran tê çi wateyê? Yên ku demokrat be, dijmintiya Kurdan neke, ne dijminê Elewî û jinan be û rêzê li yasayên demokratîk û azad bigire dê bibe berbijêrê me.

Niha ez ji we dipirsim, hevserokê partiyeke siyasî tê Antalyayê ku 50 holên kongreyan yên ku em bikarin tê de kongreya xwe li dar bixin hene lê em hatin me kongreya xwe li holeke şahiyên zewacê ku hewayê nastîne li dar xist.”

“Wek AKP û MHPyê nêzîkî me dibe”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de got:

“Tu yê dengên me bistînî, bi dengên me ji xwe re seltenatê çêbikî lê dema Kurdan salon xwest tu yê nedî wan. Ji Antalyayê di hizûra we de ez dibêjim, em dê hevkariyê jî bikin, em dê li ser her maseya ku di berjewendiya gelê me de be jî rûnin lê em ti carî dengê xwe nadin kesekî faşîst û nijadperest ku silavê û salonê nade me.

Hevalên me yên CHPyê jî li vir in em dê bi meclîsa wan re jî rûnin lê em vê yekê ji vir radigihînin, yê ku me tune dihesibîne û me naxe cihê mirovan û wek AKP û MHPyê nêzîkî me dibe, em ne deng didinê û ne jî pê re li hev dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst