Li Hatayê agir bi xaniyekî prefabrîk ket: 2 zarokan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Samandagê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi xaniyekî prefabrîk ket û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest da.

Li taxa Sutaşiyê ya navçeya Samandaga Hatayê, agir bi xaniyê prefabrîk ê Zeynep Huzmeliyê ket.

Zeynep Huzmeliyê keça xwe ya yek salî Duru Huzmelî hembêz kir û derket lê zarokên wê yên bi navê Îsacan Huzmelî û Doga Huzmelî di hundir de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman agir vemirand lê Îsacan Huzmelî û Doga Huzmelî yên ku di hundir de mabûn canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê her du zarokan birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Hatayê.

Hat zanîn ku Doga û Duruya yek salî cêwî ne.

Lêkolînên li ser tesbîtkirina sedema agir berdewam in lê wiha tê nirxandin ku agir ji ber kabloya elektrîkê derketiye.