Hejmara girtiyên nexweş zêde û rewşa wan xerabtir dibe

07-01-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Kesûkarên girtiyên nexweş daxwaza alîkariyê dikin (Wêne: Rûdaw)
Kesûkarên girtiyên nexweş daxwaza alîkariyê dikin (Wêne: Rûdaw)
Nîşan Girtiyên Nexweş Enqere Zindan Tirkiye Girtîgeh Girtîgeha Tekîrdagê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Rewşa Girtiyên nexweş careke din di rojeve Tirkiyê de ye. Malbatên girtiyên nexweş ji bo ku xwe bigehînin Wezareta Dadê û Komisyona Mafê Mirovan ya Parlementoya Tirkiyê serdana Enqerê kirin. Lê heta niha jî wezaret û komisyonê bersiva daxwazên malbatan nedaye. Li gorî dawî raporan jî hejmara girtiyên nexweş ji 1600 girtiyan zêdetir e.

Li gorî dawî rapora Komeleya Mafê Mirovan (IHD) li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 ji wan xeter e. Komeleya Mafê Mirovan di derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxwazê ji hikumetê dike bo ku gav bêne avêtin. Li aliyê din malbatên girtiyên nexweş jî li Enqerê li gel partiyên siyasî û komeleyên mafê mirovan dicivin .

`Heta niha 4-5 cenazeyên me hatine`

Usîhet Ada, Xwişka Girtiyekî, dibêje, “Birayê min li Amedê di hepsê de ye. 11 sal in girtî ye. Guvaş û tundiyê li wan dikin. Infaza wan dişewitînin. Heta niha 4-5 cenazeyên me hatine.”

Xezal Yildirim, Dayika Girtiyekî, dibêje, “Lawê min 13 sal in li hepsa Samsun Bafrayê ye. Ev sê sal in ez lawê xwe nabînin. Em nikarin biçin ji ber Coronayê. Em jî hatine Enqerê em dixwazin edalet hebe û aştî pêk were.”

Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan jî amaje bi rewşa girtigehan dike ku li gorî raporên komeleya navborî bi taybetî piştî Coronayê li girtigehan rewş girantir bûye û hikumet jî di derbarê mijarê de xemsariyê dike.

Ahmed Dogan, Serokê Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan, dibêje, “Êdî bes e. Ev tabutên ku derdikevin bes in. Pêwîst e êdî fêm bikin. Her roj wesweseyên me hene. Em bi fikar û gûman in.”

Hewldanên malbatan

Malbatên girtiyan di nava vê hefteyê de seredana HDP, IHDê, Partiya deva û Partiya Pêşerojê, Weqfa Mafê Mirovan û çend saziyên din jî kirin. Malbatan daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê û Komisyona Mafê Mirovan ya Parlementoyê jî kiriye.

Ebru Gunay, Berdevka HDPê, dibêje, “Di nava mehekê de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û mirina 2 girtiyan jî bi şik û gûman e. Girtiyên jiyana xwe ji dest didin ew in yên ku derman û çareseriya wan nayê kirin. ev helwest jî dide xuyakirin ku bi hesteke dijmanane nêzîkî girtiyan dibin.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan IHDê sala 2021ê li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst