Serokê Rûsyayê gihîşt Stenbolê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi serdaneke fermî ji bo beşdarîkirina merasîma vekirina xeta boriya xaza siruştî ya TurkAkimê gihîşt Stenbolê. Herwiha biryar e Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Vladimîr Putîn sibê li ser rewşa li Sûriye û Lîbyayê hevdîtinê bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn piştî têkiliyên xwe yên li Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve derket rê û balafir wî di saet 21.00ê de li Balafirgeha Ataturkê danî.

Karwana ku Putîn tê de bû di nav tedbîrên ewlehiyê de ji balafirgehê veqetiya.

Putin dê beşdarî merasima vekirina xeta boriya xaza siruştî ya TurkAkimê ya ku dê sibê li Navenda Kongreyê ya Halîçê bê lidarxitin bibe.

Hewiha biryar e Erdogan û Putîn sibê li ser rewşa li Sûriye û Lîbyayê hevdîtinê bikin.

Di daxuyaniya ku ji Qesra Kermlînê hat dayîn de hat gotin: "Tê plankirin ku di hevdîtinan de li ser bêtir pêşxistina hevpeyaniya Rûsya-Tirkiyeyê, rewşa li Sûriye û Lîbyayê jî di nav da pirsgirêkên di rojevê de bên gotûbêjkirin."