Çîrokên dilsoj: Kurdên bêmal 3 mehan di holekê de dimînin
Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê, bi hevkariya Rêveberiya Darûlaceze ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, holeke sporê bo kesên bêmal ên ku li kolanan dimînin hatiye terxankirin. Ji bo 3 mehên sar ên zivistanê bêmal dikarin li vê salonê bimînin û herwiha hemû pêdiviyên wan jî dê bên cîbicîkirin.
Şêniya bajarê Stenbolê nêzîkî 16 mîlyon e û her kes lê ne xwedî mal û war û star e. Hejmareke zêde yê bêmalan li vî bajarî heye ku di werzên zivistanê de, jiyana wan di metirsiyê de ye. Niha Şaredariya Zeytunburnuyê hola xwe ya sporê ji bo wan terxan kiriye. Ji gelek miletan nêzî 500 bêmalan li vê salonê dimîn ku di nava wan de kurd û çîrokên wan yên balkêş jî hene.
Hêvîdar im bavê min dengê min bibhîse!
Ciwanê bi navê Tarhan ji Rûdawê re got; “Min bavê xwe nedît. Ez hêj 2 salî bûm, ew çû Almanyayê. Li bajarê Almanya zewicî. Dayika min jî ez hêj 4 salî bûm, mir. Ji min mezintir 5 birayên min hebûn ew jî zewicîn û çûn. Lewra ez hatin vî bajarî lê min kar nedît û ketim vî halî. Îşellah wê bavê min vê roportaja we bibîne û were li min xwedî derkeve.”
14 sal e bê mal im
Azad Gencer jî ew kes e ku bi salane ji ber nîqaşên siyasî yên di nava malbatê de bi tenê maye. Demekê kar peyda kiriye lê belê di dema kar de serhatiyeke ne xweş rûdaye û çavekî wî kor bûye.
Azad hersal bi vekirina vê salonê 3 mehên xwe li vir derbas dike lê belê piştî girtina salonê ew car din bê cih û war dimîne û li kolan û park û kawilan dijî.
Azad Gencer jî çîroka xwe ji Rûdawê re vegot; “Navê min Azad Gencer. Ez ji Lîcê me. Ev 14 sal in ez li derve radikevim. Ez û birayê xwe ji ber nêrînên siyasî, me li hev nekirin. Ew kesekî olperest bû, ez ne wek wî bûm. Lewra 14 sal in li derve me. Tiştekî naxwazin, çi pere, çi nan, çi aş...tiştekî naxwazim. Bi tenê kar dixwazim. Îş hebe, bibore, ez ê wekî kuçikan bişuxilim, Mecbûr im. Çavê min kor e, lê spas ji xwedê re, dest û piyên min heye, mejî heye li serê min..."
Hejmara kesên li salonê dimîne tê guhertin li gorî şertê hewayê, lê belê salon herî zêde dikare hezar û 500 kesî vehewîne. Li salonê hemû pêdiviyên bêmalan tê cîbicîkirin û ji bo dermankirina nexweşan doktor jî heye. Lê belê heta niha 4 kesan li vê salonê, jiyana xwe ji dest dane.