Xelkê berê xwe daye alkola sexte: ‘Baca li ser alkolê zêde ye’
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê ber bi sersalê ve careke din alkola sexte û mirinên ji ber alkola sexte di rojevê de ne.
Bes li bajarê Stenbolê di nava 2 hefteyên dawî de 22 kes bi alkola sexte mirin, 24 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li gorî pisporan, li Tirkiyeyê ji ber baca zêde ya li ser alkolê û bihabûna alkolê, hilberîna alkola sexte zêde dibe.
Dewlet, derdora ji sedî 70 bacê ji vexwarinên alkolê distîne.
Li gorî sala par, sala 2024an mîqdara alkola sexte ku hatiye bidestxistin 4 qat zêde bûye.
Li Tirkiyeyê bi giştî nêzîkî 49 hezar bayiyên tekelê hene ku tê de vexwarinên bi alkol bi yasayî tên firotin.
Li gorî Serokê Komeleya Hevkariya Bayiyên Tekelê Erol Dundar, ji ber bac û bihayê zêde yê alkolê xelk berê xwe didin alkola sexte û qaçax.
“Baca li ser alkolê gelekî zêde ye”
Serokê Komeleya Hevkariya Bayiyên Tekelê Erol Dundar got:
“Baca li ser alkolê gelekî zêde ye, ev jî dibe sedem ku alkolê pir biha bibe.
Niha li ser lîtreyeke alkolê ji sedî 75 bac heye. Di cixareyê de jî bac zêde ye.
Vexwarina alkolê ya yasayî kêm bûye lê vexwarina alkola qaçax 4 qat zêde bûye.
Sedema vê jî polîtîkayên bacê yên li ser alkolê ye.”
Li gorî zanyariyan, ji sedî 95ê alkola sexte li ser înternetê erzan tê firotin û encax ji sedî 5ê wê ji hin bayiyên tekelê tên firotin.
Her wiha alkola sexte ji sedî 70 ji alkola orîjînal erzantir tê firotin.
Welatiya bi navê Zelîha Yalçinê anî ziman:
“Ji bo ku xelk alkolê venexwe desthilat alkolê tim biha dike.
Kesên ku vedixwin bi her awayî wê vexwin lê heger her roj alkol were bihakirin, baca li serê zêde bibe wê xelk jî berê xwe bide alkola sexte û wê pê jehrî bibin.”
Welatiyekî din li ser alkola sexte got:
“Xelk ji ber bihabûna alkolê berê xwe dide alkola sexte.
Li Tirkiyeyê jixwe baca li ser alkolê gelekî zêde ye.
Ji ber ku alkola sexte erzan e xelk berê xwe dide wê.”
Piştî mirinên ji ber alkola sexte, hêzên ewlehiyê operasyonek li ser navnîşanên ku alkola sexte hildiberînin kir û 19 gumanbar hatin desteserkirin.
Ji wan 10 kes hatin girtin. Herî dawî doh 28 hezar û 400 lître alkola sexte hat bidestxistin.
Li Tirkiyeyê ji ber baca zêde ya li ser alkolê û bihabûna wê, hilberîna alkola sexte zêde dibe.
Dewlet, derdora ji sedî 70, hem ‘Baca Bikaranîna Kelûpelên Taybet’ OTV û hem jî ‘Baca Bihayê Zêdekirî’ KDV ji vexwarinên alkolê distîne.
Li gorî sala par, sala 2024an mîqdara alkola sexte ku hatiye bidestxistin 4 qat zêde bûye.