9 ciwanan ji ber Îsraîlê Erdogan protesto kiribû: Hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên ku Serokkomarê Tirkiyeyê ji ber bazirganiya bi Îsraîlê re protesto kiribû û piştre hatibûn girtin, bi biryara dadgehê hatin berdan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 29ê Çiriya Paşîn dema ku li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Foruma TRT Worldê de diaxivî ji aliyê çend ciwanan ve ji ber bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re hatibû protestokirin.
9 ciwanên ku li navenda kongreyê bi dengekî bilind di dema axaftina Erdogan de slogana “keştî bombeyan vediguhêzin Xezeyê” digot rojekê piştî bûyerê hatibûn desteserkirin.
Piştre ew 2yê Kanûna Pêşîn bi tohmeta “sivikatiya bi Serokkomar” bi biryara dadgehê hatibûn girtin.
Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de belav bûne îro her 9 ciwan jî piştî îtirazan ji girtîgehê hatine berdan.