Li Parlamentoyê şerê bi boksan: Parlamenterekî ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû

06-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja duyem a rûniştinên Parlamentoya Tirkiyê yên li ser reşnivîsa butçeya 2023an, di navbera parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê de şerê bi boksan derket. Di şer de parlamenterekî ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ew aloziya doh Duşembê di dema gotûbêjan de çêbû, îro Sêşembê 6ê Kanûna 2023an jî berdewam bû. Dema Parlamenterê ÎYÎ Partî Umit Yilmaz axaftina xwe dikir, nîqaşeke devkî di navbera wî û Wekîlê Serokê Grûpa AKPê Bulent Turan de derket.

Ji ber vê yekê Wekîlê Serokê Parlamentoyê Haydar Akar ku rûniştin birêve dibir, bo dema 10 deqeyan navbera da rûniştinê. Piştre aloziyên li ser vê mijarê zêde bûn. Parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê bi boksan bi nav hev ketin.

Parlamenterê AKPê yê Bursayê Zafer Işik bi boksan li Parlamenterê ÎYÎ Partî Huseyin Ors da ku pirsgirêka wî ya dil heye, di encam de parlamenterê ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû. Parlamenterê birîndar bo nexweşxaneyê hat veguhestin û piştî destêwerdana parlamenterên din, rê li ber aloziyên zêdetir hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst