Wezîrê Deve yê Tirkiyê gef li Yunanê xwar

06-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Yunan Gefxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu der barê manora ku li giravan tê kirin de gef li Yunanê xwar û got “Yan dê Yunanê paş de gav biavêje, yan jî em dê ya pêwîst bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Romanyayê Bogdan Aurescu re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.

Çavuşoglu li ser pirsa manora leşkerî ya ku ji aliyê Yunanê ve li giravên Rodos û Lesbosê tê kirin de got “Mixabin Yunan provokasyonan didomîne. Helbet ne pêkan e ku em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.”

Çavuşoglu diyar kir ku piştî ku Yunanê statuya giravên bêçek îhlal kir, nameyên Tirkiyeyê yên ku argumanên hiqûqî dihewîne ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re nivîsand, Yewnanîstan dîn û har kir û dibêje “

Giravên ku em behsa wan dikin û hin giravan bi peymanên aşitiyê yên 1923 Lozan û 1947 Parîsê bo Yunanê hatibûn dayîn û bi şertek hatibûn dayîn. Yunan nikare van deran biçek bike ji ber ku navê vê peymanê “peymana aşitiyê” ye û ji ber vê yekê jî Yunan nikara çekan bîne van deran.”

Çavuşoglu bal kişand ser wê yekê ku Yunan peywirên xwe yên peymanê bi cih neanîne û wiha axivî “Li dijî kê dike? Li dijî Tirkiyê dike. Yanî bi rastî ya ku aşitiyê naxwaze Yunan e ji ber ku peymana aşitiyê binpê dike. Dema ku em li bersivên wan dinêrin piştî ku em argumanên xwe yên qanûnî ji Neteweyên Yekbûyî re dişînin, ew tenê siyasî û demagojîk in ji ber ku neheq in. Nikare argumana qanûnî pêşkêş bike.”

Çavuşoglu her wiha bal kişande ser wê yekê ku peywendiya rasterast di navbera statuya giravên bêçekbûyî û serweriya wan de heye û got “Ger Yunan dev ji vê binpêkirinê bernede, dê serweriya wan were nîqaşkirin. Li aliyê din Yunan tevî van peymanan ji bo ewlehiya me gavên neyînî diavêje, van deran biçek dike û gavên din diavêje. Lewma ne pêkan e ku em li hemberî vê bêdeng bimînin. Bi gotineke din, divê Yewnanîstan dev ji binpêkirina statuya giravên bêçekbûyî berde. Yan dê Yunan di vê mijarê de paşde gav biavêje û pabendî van peymanan be yan jî em dê ya pêwîst bikin.”

Çavuşoglu axaftina Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan a "şevekê ji nişka ve" bi bîr xist û destnîşan kir ku Yunan li gorî peymanan tevnagere û wiha berdewam kir “Em ji van re bêdeng namînin. Em gavên pêwîst bi berdewamî hem li ser bigehên qanûnî, hem di serî de NY li pêşberî rêxistinên navnetewî, hem jî li qadê biavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst