Yoneylem: %49,6ê xelkê dixwazin mûçeyê kêmane ji 10 hezar lîreyên Tirkî zêdetir be

06-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yoneylem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan a Yoneylemê, encama lêkolîna xwe ya bi navê "Panela Siyasetê ya Tirkiyê Mijdar 2022" belav kir. Li gor encaman, ji sedî 49.6ê xelkê dixwazin mûçeyê kêmane ji 10 hezar lîreyên Tirkî zêdetir be. Herwiha ji sedî 60.3ê beşdaran jî gotine ew “Sîstema Parlamenteriyê” dixwazin.

Kompanyaya Lêkolînan a Yoneylemê li Tirkiyê di 23-27ê Mijdarê de li 27 bajaran ligel 2 hezar 400 kesan rapirsiyeke kiriye. Ji beşdaran hatiye pirsîn "Ger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Li gor encamên ku Yoneylemê belav kirine, bersivên xelkê wiha ne:

AKP: % 32.8

CHP: % 26.3

HDP: % 10.1

MHP: % 7.2

İYİ Parti: % 13.9

DEVA: % 1.6

TIP: % 1.4

Di rapirsiyê de herwiha ji beşdaran pirsa "Eger vê Yekşemê hilbijatina Serokomariyê bê kirin hûn dê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan yan bidin berbijêrê opozisyonê?

Li gor encaman, %50.9ê beşdaran gotine ew dê dengê xwe bidin berbijêrên opozisyonê û %39.1 beşdaran jî gotine ew dê dengê xwe bidin Erdogan.

Pirseke din ku di wê rapirsiyê de hatiye pirsîn, mijara mûçeyê kêmane ye ku niha li Parlamentoya Tirkiyê gotûbêj li ser tên kirin. Ji beşdaran hatiye pirsîn, "Li gor we divê mûçeyê kêmane çiqas be?" Di bersivê de %49.6ê beşdaran gotine divê ji 10 hezar lîreyên Tirkî zêdetir be.

Herwiha ji beşdaran hatiye pirsîn "Bila sîstema welat sistema hikûmeta serokkomariyê yan sîstema parlamenteriyê be?" Di bersivê de %60.3ê beşdaran piştgirî dane sîstema parlamenteriyê.

Li ser bikaranîna madeyên hişber jî, Yoneylemê ji beşdaran pirsiye; "Di vê dema dawî de hinek îddîa hene ku êdî li Tirkiyê madeyên hişber gelekî bi asanî peyda dibin û bikaranîna wê zêde bûye. Li gorî we bikaranîna maddeyên hişber li Trikiyê zêde bûye?" Li gor encamên rapirsiyê, %70ê başdaran gotine bikaranîna maddeyên hişber zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst