RAPIRSÎ - CHP li pêş e yan AK Partî?

06-11-2024
Nîşan Rapirsî CHP AK Partî MHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya dawî ya ORCyê CHP bi ferqeke kêm li pêşiya AK Partiyê ye.

Mixalefeta Tirkiyeyê dixwaze hilbijartinên pêşwext bên kirin lê ev mijar ne li rojeva desthilatê ye.

Lê dîsa jî gelek şirketên lêkolînan rapirsiyên xwe didomînin.

ORCyê di navbera 27ê Çiriya Pêşîn û 2yê Çiriya Paşîn de li 41ê parêzgehan bi 6 hezar û 500 kesan rapirsiyeke rûbirû kir.

Ji beşdaran pirsa, “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê rêjeya dengên partiyan li gorî rêzê ye wiha ye:

CHP: Ji sedî 30,5

AK Partî: Ji sedî 29,4

MHP: Ji sedî 10,5

DEM Partî: Ji sedî 7,5

Yenîden Refah: Ji sedî 5,1

Partiya Zaferê: Ji sedî 4

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,9

BBP: Ji sedî 2

TÎP: Ji sedî 1,3

Partiya Demokrat: Ji sedî 1,2

DEVA: Ji sedî 0,9

Partiya Memleketê: Ji sedî 0,8

Partiya Seadetê: Ji sedî 0,8.

Yên Mayî: Ji sedî 1,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst