HEDEP: Doza Kobaniyê tenê xefik e

06-11-2023
RÛDAW
Doza Kobaniyê li Dadgeha Sîncanê bi rê ve çû
Doza Kobaniyê li Dadgeha Sîncanê bi rê ve çû
Nîşan HEDEP HDP Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza Kobaniyê ku beriya 7 salan dest pê kiriye, îro dîsa li Dadgeha Sîncanê ya li Enqerê bi rê ve çû.

Hevserokên wê demê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hinek parlementer û berpirsên HDPê tê de têne darizandin.

Beriya destpêkirina rûniştina dadgehê, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyek da.

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullarî diyar kir ku di dema şerê Kobaniyê de hikûmeta Tirkiyeyê bixwe sînorên xwe ji bo alîkariyê vekiribûn

Tulay Hatimogullarî got:

“Wê demê Tirkiyeyê bixwe sînorên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekirin ku xelk bikare piştevaniyê li şerê li dijî DAIŞê bike. Xelkê dikarîbû biçin û bên.

Salih Muslim ji aliyê vê desthilatê û vê hikûmetê ve, li cîhên fermî hatiye pêşwazîkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê çawa hate vê astê? Ji ber ku dixwest li navçeyê şer û alozî her berdewam bin.

Siyaseta wan û xeta wan guherî ye. Ew xeta ku birêve dibirin, êdî wekî dijminê xwe nîşan dan. Êdî gelên ku piştevanî li berxwedana Kobaniyê dikirin, xistin nava çerxeke xirab.

Di çarçoveya xefika Doza Kobaniyê de girtina hevserokên me yên berê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji ber vê sedemê bûye û rastiya vê xefikê jî ev e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst