Li ber Baregeha Încîrlîkê xwepêşandan: ‘Em dê herin Xezeyê û xwînê rawestînin’

06-11-2023
Rawîn Stêrk
Li ber Baregeha Încîrlîkê xwepêşandan: ‘Em dê herin Xezeyê û xwînê rawestînin’
Li ber Baregeha Încîrlîkê xwepêşandan: ‘Em dê herin Xezeyê û xwînê rawestînin’
Nîşan Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê ÎHH Xwepêşandan Îsraîl Filistîn
A+ A-

Edene (Rûdaw) – Karwana otomobîlên ku ji çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rê ketibûn gihîştin pêşiya Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê ya li bajarê Edeneyê.

Bi hezaran otomobîl li ser banga Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) bi rê ketibûn da ku li ber baregeha leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê çalakiyekê li dar bixin.

Derdora baregehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tedbîrên tund hat girtin.

Komeke ku xwest xwe bigihîne nava baregehê rê lê hate birîn û mitînga alîgirên Hemasê bi banga “Întifadayê” berdewam kir.

Ji ber ku ragêşî û pêvçûna di navbera polîs û çalakvanan de gur bû dawî li mitîngê hat.

Welatiyekî bi navê Kemal Dînç got:

“Em weke ciwanên ku dilê wan Quds e li vir in. Em dixwazin ji vir dengê xwe bigihinîn Îsraîl, Amerîka, Rojhilata Navîn û hemû sîyonîstên ku Misilmanan qetil dikin.”

Polîsan midaxeleyî çalakvanan kir

Elî Demîrê ku beşdarî çalakiyê bû jî anî ziman:

“Ez ji Samsata Semsûrê hatim. Ji bo xatirê Xwedê ez hatim da ku Amerîkayê şermezar bikim.”

Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) beriya çend rojan bangî xelkê kiribû da ku xelk bi otomobîlên xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û ji bajarên xwe ber bi Edeneyê ve bi rê bikevin.

Beriya ku bername dest pê bike hin kesan xwest êrişî deriyên baregehê bikin, li ser vê alozî derket û polîsan midaxeleyeke tund a bi gaz û avê li çalakvanan kir.

“Em dê tola xwîna zarokan hilînin”

Çalakvan Cemîl Akrep jî got:

“Ez ne wekî Misilmanekî, wekî însanekî hatim. Ne wekî Îslam lê wekî însan hatim û ji bo hemû cîhanê diqîrim.

Em dê herin Xezeyê û li wir wê xwînê rawestînin. Em dê tola xwîna wan zarokan hilînin.”

Sevim Taşa ku di nav çalakvanan de bû anî ziman:

“Ez ji Enqereyê hatim. Ji çaraliyê Tirkiyeyê xwişk û birayên me li vir in. Em ji bo ku Amerîka û Îsraîla zalim şermezar bikin hatin.

Armanca me ew e ku em wekî Umet li hemberî zilmê rawestin û li hemberî zilma li ser birayên xwe dengê xwe bilind bikin.”

Piştî ku aloziya di navbera polîs û çalakvanan de gur bû amadekarên çalakiyê dawî li mitîngê anîn.

Piştre jî demeke dirêj pêvçûnan di nava kuçeyan de berdewam kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst