HDP: Heta mijara bikaranîna çekên kîmyewî zelal bibe em dê li ber xwe bidin

06-11-2022
RÛDAW
Parlamenterên HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit, Fatma Kurtalan, Sezaî Temelli, Tayîp Temel, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Ayşe Surucu li ber avahiya Baroya Stenbolê daxuyanî dan
Parlamenterên HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit, Fatma Kurtalan, Sezaî Temelli, Tayîp Temel, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Ayşe Surucu li ber avahiya Baroya Stenbolê daxuyanî dan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke parlamenterên HDPê û hejmareke kes û rayearên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî îdiayên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de li Taksîma Stenbolê daket kolanan. Parlamenterê HDP Tayip Temel got: “Heta îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî zelal bibin em ê li ber xwe bidin.” Herwiha rê li ber xwepêşandana li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat girtin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) têkildarî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Taksîma Stenbolê daket kolanan, lê polîsan rê li ber wan girtin.

Parlamenterên HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit, Fatma Kurtalan, Sezaî Temelli, Tayîp Temel, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Ayşe Surucu li ber avahiya Baroya Stenbolê daxuyanî dan. 

Tayîp Temel got: “Em îro li Îstîklalê, li Stenbolê ne. Hûn dibînin, bi hezaran polîs li dora kolanan civiyane. Hemû kolan girtine, dorpêç kirine. Îro bi sedan gelê me, bi hezaran kes û kesayetên xwedîwijdan, li hemberî bikaranîne çekên kîmyewî dixwazin bertekê nîşan bidin, li kolanan hatine astengkirin, dorpêçkirin. Dîsa bi sedan hevalên me yên rêvebir yên partiyê hatine binçavkirin. Em komek parlementer jî di dorpêçê de ne li Îstîklalê, yanî li cihekî navenda Stenbolê. Belê li jor helîkopter, li jêr polîs, panzer, TOMA, gelek tiştên din û bi hezaran barîkat.”

Temel di berdewamiya axaftina xwe de got: “Lê ev hewldanên wan jî nikare îdîayên çekên kîmyewî veşêre. Esas ev telaşa wan, girtina Şebnem Korur Fîncanci, ev telaşa binçavkirinê, êrişa li Silopiyayê, hemû nîşan dide ku ev desthilatdar sûcdar e, gumanbar e û ji xwe bi şik e. Ji ber wê yekê heta ku îdiayên gazên kîmyewî yên li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn, zelal bibin em dê têkoşîna xwe bidomînin. Çi dikin bila bikin em dê destûrê nedin ku ev heqîqet bê veşartin. Em li vê derê ne, em dê li vir bin. Gelê me jî li kolanên derdorê jî li ber xwe dide. Her bijî berxwedana li hemberî zilmê û şer.

Polîsan li Silopî rê li ber xwepêşandana HDP girtin

Polîsên Tirkiyê li ber lidarxistina meşeke girseyî ya HDP li gundekî navçeya Silopî girtin û gelek kes hatin desteserkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand ku li ser îdiayên “bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê” ve îro li Silopiyayê beşdariya parlamenterên HDPê û hemrek alîgirên wê partiyê “Meşa Mirovahiyê” hat lidarxistin.

Ji bo meşa ku dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bê lidarxistin, girse li bajarokê Tilqebînê kom bû. 

Lê polîsan rê li ber xwepêşandanê girt û zêdeyî 100 kesan jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst