Qeymeqam di mala xwe de birîndar hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê navçeya Armutlu ser bi parêzgeha Yalova ya Tirkiyeyê di mala xwe de birîndar hatî dîtin û birînên wî giran e.

Îro 6ê Mijdarê 2022ê qaymeqamê navçyea Armutlu Kiliç ê temenê xwe 45 salî ye, li mala xwe birîndar hat dîtin.

Li gorî agahiyan ku birîna wî ya çekê ye, bi ambulansê ew veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê.

Ji ber birînên Kiliç giranin hîn metirsiya canjidestdanê li ser heye.

Polîs zêdetir li ser xwekujiyê radiwestin ji ber ew çeka ku pê birîndarbûyî jî di mala Kiliç de hatiye dîtin.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.