Li Tirkiyê mij û moran bandoreke nerênî li jiyanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê mij û moran bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike û hişyarî hat dayîn ku welatî ji rewşê agahdar bin. 

Li gor Rêveberiya Keşûhewayê dê ev rewş li hemû herêmên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo demekê berdewam be û divê welatî hişyar bin.

Rêveberiya Ewlekariya Peravan ser bi Wezareta Veguhestin û Binesaziyê 5ê Mijdarê daxuyaniyek da û dibêje: “Li Tengava Stenbolê ji ber mij û moranê çûn û hatina keştiyan ji demjimêr 18:20 û pê ve dualî hatiye rawestandin.”

Rêveberiya Xizmetên Trafîka Keştiyan a Tengava Çanakkaleyê jî ragihand ku 6ê Mijdara 2021ê Tengava Çanakkaleyê jî ji ber mij û moranê li ber çûn û hatina keştiyan hatiye girtin û piştî rewş asayî bibe dê çûn û hatin dîsan destpê bike.

Li Bakurê Kurdistanê jî Rêveberiya keşûhewayê bi daxuniyekê diyar kir ku li herêmê hewa dê ewrsayî be û li bakurê herêmê jî hewa dê ewr be.

Li gor daxuyaniyê li parêzgehên Erzerom, Erzingan, Qers, Îdir, Dêrsim, Erdexan û Agirî yên Bakurê Kurdistanê mij û moran dê hebe. Aliyên peywendîdar hişyariyê didin welatiyan, bi taybetî jî şofêrên ser rêyan ku ji rewşa keşûhewayê agahdar bin.