Bakirhan: Heger ji bo destûrê samîmî ne bila Demîrtaş bê berdan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Bursa Destûra Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tuncer Bakirhan diyar kir ku heger hikûmet ji bo nivîsîna destûrê samîmî ye bila Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdagê bên berdan û yasayên heyî were bicihkirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li parêzgeha Bursayê bi nûnerên hin saziyên sivîl re civiya.

Tuncer Bakirhan, diyar kir ku wan bi esnaf, xanenişîn, cotkar, karker û xwendekaran re hevdîtin pêk anîne û li pirsgirêkên wan guhdarî kirine.  

Tuncer Bakirhan behsa civînên xwe yên bi xelkê re kir û wiha got:

“Em guh didin pirsgirêkên we. Em ji we fêrê gelek tiştên nû dibin. Ew tiştên we bi rastî rêberiya me dikin.

Em van pirsgirêkan hem li kolanan hem jî li parlamentoyê tînin ziman.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û kedkarên xwe em gelek hewl didin. Hûn jî bişopînin.

Ez nîv Bursayî me. Min sala 1989an 5 salan li vir xwend.

Ez sala 1989an li Bursayê ketim nava siyasetê, di encama zext û zordariya dewletê de em hatin girtin.

35 sal in ez wê têkoşîna ku min li vir daye destpêkirin didomînim.

Em ji kevneşopiyeke siyasî ya ku li hemberî zaliman serê xwe datîne nayên.

Em berdewamên têkoşîna biratî, aştî, jiyana însanî û wekhev a Pîr Sultan, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Denîz, Mahîr û Îbrahîman in.”

“Bila yasayên Destûra Bingehîn bînin cih”

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi nîqaşên destûrê jî kir û wiha axivî:

Niha dibêjin destûra bingehîn a nû’ belkî serokkomar dixwaze desthilata xwe berfirehtir bike.

Ew dê destûreke ku me hemûyan bêdeng bikin û desthilata wan a heta hetayî biparêze amade bikin. Li vir kesek heye ku bibêje ‘bila destûreke sivîl a demokratîk nebe?’

Hûn dê bi kê re destûreke nû amade bikin? Destûra bingehîn a ku hûn xwe bispêrin piraniya meclîsê, dê wekî desthilata we ya 22 salan be.

Em ji destûreke nû û sivîl re nabêjin ‘na’ bila destûreke demokratîk be lê daxwazên hevalên me yên jin gelo dê tê de hebin?

Divê zimanê Kurdî jî tê de cih bigire û şert û mercên aborî yên ku xanenişîn û karkeran jî tê de hebin.

Heger ji bo destûra nû samîmî bin, divê pêşî li biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Destûrî ya Mafên Mirovan a Ewropyaê tevbigerin û berê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê.

Kujer li derve ne, tacîzkar li derve, tecawizkar, diz li derve ne, wekî ku we di van demên dawî de dît, yên bi milyonan lîreyan sextekariya bacê dikin li derve ne lê mixalefet di girtîgehê de ne.

Selahattîn, Fîgen û hevşaredar û wekîlên me di girtîgehê de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst