Hevserokên HDPyê yên Îzmîrê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîrê Vedat Çinar Altan û Berna Çelîk, hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê, îro sibehê ji bo desteserkirina 3 kesan dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de Hevserokên Şaxa Îzmîrê ya HDPyê Vedat Çinar Altan û Berna Çelîk û Hevserokê HDPyê yê navçeya Bucayê hatin desteserkirin.

3 kesên hatin desteserkirin ji bo karên îfadewergirtinê birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Piştî vê êrişê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojana bi ser gelek malan de digirin.

Ji aliyê din ve, îro li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” 75 kes hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.