Li 11 bajaran 75 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

06-10-2023
Nîşan Desteserkirin Bakurê Kurdistanê PKK Hincet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro bi hinceta “endamtiya PKKyê” 75 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li parêzgehên Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs, Kilîs û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Îzmir, Eskîşehir û Kocaeliyê yên Tirkiyeyê 75 kes hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, ev 75 kes bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatine desteserkirin.

Yerlîkaya got ku, “dê li nav welat û derveyî welat operasyonên xwe berdewam bikin.”

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Piştî vê êrişê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojana bi ser gelek malan de digirin.

Heta niha bi hinceta “endamtiya PKKyê” zêdetir ji 200 kesî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst