Li Îzmîrê 198 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di nav Derya Egeyê de 198 koçberên ku dixwest biçin Yûnanistanê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li nav Derya Egeyê li navçeya Seferhisarê di belemeke plastîk de 114 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha li navçeya Menderesê 38 koçber, û li navçeya Çeşmeyê jî 46 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên ku dixwest biçin Yûnanistanê piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.