Li Tirkiyê krîza aborî bandoreke mezin li zarokan dike

06-10-2022
Ferdî Sak
Li Tirkiyê krîza aborî bandoreke mezin li zarokan dike
Li Tirkiyê krîza aborî bandoreke mezin li zarokan dike
Nîşan Tirkiye Aborî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê krîza aborî û hejarî her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewş herî zêde jî bandorê li ser zarokan dike.

Li gor amarên Rêxistina Hevgirtina Jinan a Nan û Gul a Tirkiyê di sala 2021an de ji 4 zarokan 1 zarok birçî çûye dibistanê. Wê rêxistinê ji bo balkişandina li ser vê rewşa zarokan  ev demeke li çend bajarên Tirkiyê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kiriye ku li dibistanan rojê danekê xwarin bo xwendekaran bê dayîn. Endama Rêxistina Hevgirtina Jinan a Nan û Gul Elîf Turgut derbarê vê kampanyayê de ji Rûdawê re axivî.

Endama Rêxistina Hevgirtina Jinan a Nan û Gul a Tirkiyê Elîf Turgut anî ziman, “Sala derbasbûyî li Tirkiyê ji 4 zarokan 1 birçî çû dibistanê. Lê di şert û mercên niha yên aborî û enfilasyona bilind de ku mûçe jî heliyane em dizanin ku ev amar gelekî zêdetir in. Di serdemeke wiha de divê xwarina zarokan bo însîyatîfa malbatan neyê hiştin. Ji bo xwarina zarokan di dibistanan de bê garantîkirin  me xebatek wiha da destpêkirin.”

Piştî vê kampanyayê aliyên siyasî jî hatin ser xet û roja Sêşemê partiyên opozîsyonê derbarê mijarê de projeyasayek pêşkêşî parlamentoyê kirin. Lê ew projeyasa bi piraniya dengên Partiyên desthilatê AKPê û MHPê hatin red kirin.

Parlamenterê CHPê Turan Aydogan got, “Birçîbûn mijareke mirovî ye. Bi taybet ne mijareke ku bo dijberiyê û aloziyên ligel hev bê feda kirin. Bi taybet birçîbûna zarokan e yek ji wan mijaran e ku divê em bihevbeşî çareser bikin. Ez dixwazim hûn bi vî awayî li mijarê binêrin.”

Li gor rapora Rêxistina Jinan a  Nan  û Gul a Tirkiyê di sala 2021an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  hejmara zarokên ku di jêr hejariya giran de dijîn gihiştiye 6 milyon û 500 hezar. Zarokên ku malbatên wan nikarin bi ti awayî pêdiviyên wan dabîn bikin jî  gihiştiye 150 hezar zarokan . Herwiha Ji sedî 21ê malbatan jî nikarin şîr û pêdiviyên din bo zarokên xwe dabîn bikin.

Di sala 2021an de bandora hejariyê ya li ser zarokan wiha ye; 6.500.000 zarok di bin hejariya giran de ne, pêdiviyên 150.000  zarokan nayên dabînkirin, ji her 4 zarokan 1 birçî diçe dibistanê, ji sedî 21ê malbatan nikarin şîr ji bo zarokên xwe bikirin.

Li gor amarên Hikûmeta Tirkiyê li wî welatî  îlona îsal de enfilasyongihiştiye  ji sedî 83,45 e, lê grûba lêkolîna enfilasyonê  Enag dibêje ew rêje ji sedî 186.27e.  Sendîkaya karkerên Tirkiyê jî dibêje    sînorê birçîbûnê di heman mehê de gihiştiye 7 hezar û 245 lîre û sînorê hejariyê jî 23 hezar û 600 lîreyên Tirkî ye.Ev  di demekê de ye  ku mûçeyê kêmane  tenê 5 hezar 500 lîreyên Tirkî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst