Ji komeleyên Elewiyan berî serdana Erdogan daxuyaniya hevbeş

Hewlêr (Rûdaw) - Komele û rêxistinên Elewiyan, berî serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo Cemxaneya Şahkuluyê daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin ku ew dixwazin mafên wan di destûrê de cîh bigrin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, doh 5ê Cotmehê di Civîna Koma AKPê ya li Parlamentoya Tirkiyê de ragihand ku ew dê roja Înê 7ê Cotmehê bo çareserkirina pirsgirêkên Elewiyan projeyekê eşkere bikin.

Erdogan got: “Bi hêviya Xwedê Îna bê, bi xebat û pêngavên nû em dê projeyên ku dixwazin birayên me yên Elewî ji welatê me biqetînin, vala derxînin.”

Biryar e Erdogan sibe 7ê Cotmehê li Stenbolê serdana Cemxaneya Şahkulu bike û projeya derbarê pirsa Elewiyan de eşkere bike.

Federasyona Elewî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Weqfên Elewî, Konfederasyona Yekitiyên Elewî yên Ewropa, Weqfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaş Veli, Komeleyên Çandî yên Pir Sultan Abdal, Komeleyên Çandî yên Elewî bi sernavê “Em maf dixwazin, ne nîqaş” daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demeke ku ji maf û azdiyên bingehîn hatiye dûrketin, di nav siyasetê de zimanê cudakariyê serdest e, siyasetên cudakarî û pişaftinê bi zêdebûn berdewam dikin, înkar û tinekirin bûye siyaseta dewletê û dadmendiya civakî hatiye nehiştin, em dibînin mijara ku bila maf û azadiyên bingehîn di destûrê de bi awayekî yasayî bên parastin di navbera desthilat û opozîsyonê de bûye sedema nîqaşan.

Em ji bo hemû civakê girîngiyê didin daxwazên maf û azadiyê û piştgiriyê dikin. Em careke din bi awayekî eşkere daxwaz dikin, Elewî wek welatiyên yeksan û qebûlkirina statuya cemxaneyan wek îbadetxane bi awayekî yasayî di destûrê de cih bigre. Herwiha em dizxwazin dersa olî ya neçarî ji bernameya perwerdeyê bê derxistin û Serokatiya Karên Diyanetê bê hilweşandin û di warê azadiya baweriyan de pêngav bên avêtin.

Em dixwazin Erdogan di serdana xwe ya 7ê Cotmehê de bo Cemxaneya Şahkulu derbarê daxwazên me yên li jor sozê bide, ku dê guhertinên yasayî û destûrî bên kirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku eger di warê yasayî û destûrî de gav neyên avêtin, cudahiya van hewldanan ji komxebatên pêştir ku amûrên siyasî bûn namîne.”