Li Çanakkale û Muglayê 198 koçber hatin desteserkirin

06-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên qezaya Bozcaada ser bi bajarê Çanakkale yê Tirkiyê 144 koçber û 1 kesê ku qeçaxçîtiyê bi koçberan dike hatin desteserkirin. Li peravên qezaya Marmarîsê ser bi bajarê Muglayê jî 54 koçberên din hatin desteserkirin ku dixwestin biçin Yunanê.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Peravên Tirkiyê, grûpek koçber li ser belemeke masîvanan li peravên qezaya Bozcaada ser bi bajarê Çanakkaleyê hatine dîtin û li ser vê yekê Hêzên Parastina Ewlekariya Peravan ketine tevgerê.

Belem ji aliyê Hêzên Ewlekariya Peravan ve tê rawestandin û 144 koçber û 1 kesê ku qeçaxçîtiyê bi koçberan dike tên desteserkirin. Hat ragihandin ku koçber bo Qereqola Parastina Peravan a li nehyeya Kuçukkuyu ser bi qezaya Ayvacikê ya Çanakkaleyê hatine veguhestin.

Li aliyê din li peravên qezaya Marmarîsê ser bi bajarê Muglayê jî 54 koçberên din hatin desteserkirin ku dixwestin biçin Yunanê. Hat ragihandin ku piştî karûbarên yasayî ew koçber radestî Îdareya Koçê ya Bajêr hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst