Erdogan: Li Tirkiyê krîz tine, kampanyayeke dijî aboriyê heye

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 27emîn Civîna Rawêjkarî û Nirxandina AK Partiyê de gotarek pêşkêş kir ku beşeke zêde taybet bû bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu.

 

Di vê derbarê de Erdogan hemû belge û tohmetên Kiliçdaroglu red kirin û got ku wî daxwaza pereyan ji ti welatekî nekiriye. Erdogan herwiha got ku li Tirkiyê krîz nîne lê kampanyayeke têkder bo ser aboriya welat heye.

 

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir: “Kiliçdaroglu behsa krîzê dike. Qet krîz li vî welatî nîne. Destpêkê tu fêrî aborî bibe. Li Tirkiyê kampanyayeke dijî aboriyê heye. Kampanyayeke têkder heye. Ew dixwazin bi vê rêyê pisûleyan bo hinek kes bibirin, tu jî yek ji wan kesan î. Vêca gotinên wî pêşan didin bê çiqas dûr û bi mijarê ve negirêdayî ne. Qaşo ji bo pereyan me lave ji welatan kiriye. Çi feqîrî! Em hewl didin veberhênerên wan welatan vexwînin Tirkiyê daku kar bikin."