Hewlêr (Rûdaw) – Vîdeoyeke nû li ser kaşkirina cenazeyê xortê kurd ê Şirnexî Lokman Haci Birlik ku ji aliyê hêzên ewlehiyên Tirkiyeyê hatibû kuştin, di medyayên civakî de derket holê.
Li gor agahiyan, vîdeoyek nû di medyayên civakî de belav bûye ku tê de tê nîşandan, cenzayê xortê kurd Lokman Haci Birlik ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve heya ber deriyê binkeyeke polîs ve tê kaşkirin.
Vîdeo bi kamêrayeke çavdêriya ya avahiyekê ku li hemberî binkeya hêzên polîs ên Tirkiyeyê ye, hatiye tomarkirin.
Di dîmenan de derdikeve ku konvoyeke mezin a otomobîlên leşkerî yên hêzên Tirkiyeyê li dûv wê otomobîlê rêz dibin ku cenazeyê wî xortê kurd pê ve hatiye girêdan.
Herwiha tê xuyakirin ku piştî ku otomobîlên leşkerî digihîjin ber deriyê binkeya polîs, qerebalixî li ser cenaze çêdibe û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê kom dibin û temaşeyê cenaeyê kaşkirî yê Lokman Haci Birlik dikin.
Bûyer çawa aşkere bibû
Şeva 2ê Cotmehê xortekî kurd bi navê Hacî Loqman Birlik, ku tiyê parlamentera HDPê Leyla Birlik e, ji aliyê hêzên taybet ên Tirkiyeyê ve hatibû kuştin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) Selahedîn Demîrtaş piştre li ser rûpela xwe ya Twitterê wêneyek belav kir û ragiahnd, ku ew wêne roja 2ê Cotmehê li Şirnexê hatiye kişandin.
Di wêneya ku Demîrtaş belav kiribû, panzêreke polîs miriyekî li dû xwe kaş dike. Demîrtaş ev peyam li ser wêneyê nivîsandibû:
“Li vê wêneyê baş binêrin. Pêr li Şirnexê hat kişandin. Bila ti kes jibîr neke çimkî emê ti carî jibîr nekin…”
Kuştina wî xortê kurd û kaşkirina cenazeyê wî li dûv otomobîleke leşkerî ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve nerazîbûnek mezin li Bakurê Kurdistanê û di nav rewşenbîr û rojnamevanên Tirkiyeyê de çê kir.
Kaşkirina cenazeyê Loqman Haci Birlik ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve dengvedanek mezin di medayaya civakî de jî çê kir .
Serokwezîrê Tirkiyeyê çi gotibû?
Piştî bertekên tund û zêdebûna nerazîbûnan li ser wê bûyerê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî duh 5ê Cotmehê daxuyaniyek da.
Davutoglu di daxuyaniya xwe de got, ew ti carî dîmenên wisa pesend nakin û ji ber wê yekê jî fermana lêpirsînê li ser wê yekê hatiye dayîn.
Davutoglu wiha got:
“Ev karê xelet ê ku ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve, yên di çarçoveya hiqûqê de şev û roj li dijî terorê şer dikin, nayê qebûlkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse