Rojnameyên Tirkiyê – 28 fîşek li wî dan paşê bi erdê re kaş kirin!

06-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Stnebol (Rûdaw) – Piraniya rojnameyên Tirkiyê îro behsa binpêkirina sînorê asmanî yê Tirkiyê ji aliyê balafirên Rûsyayê ve kirine. Hinek rojnameyan jî behsa kaşkirina xortê kurd Loqman Bîrlîk û rapora pijîşkiyê li ser kuştina wî kirine.

GUNDEM


-Hêrsa wek bahozê...

Li hember kaşkirina cenazeyê Loqman Birlik, pêla hêrsê lêda, Birlik bi 28 fişekan hat kuştin û dû re hate kaşkirin li kolanan.


- Berxwedan li Geliyê Doskî. Welatiyên ku li hember opersyonên li Geverê xwe kiribûn mertalên zindî ev 6 roj in agahî tune li ser wan. Bi hezaran kes ber bi çiya ve meşiyan, dewlet bi helîkopterên şerrî êrîşî wan kir.

TURKIYE


-Li ser sînorê başûr bajarekî mezin ava dibe.

Bajarê xîvetî ji bo 2 milyon penaberan e. Erdogan sergirtî ji Awrûpa re got, emê sînoran li ber penaberan vekin eger hûn hevkariyê nekin, Tirkiye û Yekîtiya Awrûpa li hev kirin ku li ser sînor 6 kamp bên avakirin. Tirkiye jî dê deriyên Bulgarîstan û Yûnanistanê li ber penaberan bigre. Fona harîkariya kampan dê ji alî Yekîtiya Awrûpa ve bê dayîn.

MILLIYET


-Lîstika xeter li ser sînor…
Balafirên şer yên Rûsya du caran sînorên Tirkiye îxlal kirin, Tirkiye hişyarî da, Rûsya got, bi şaşî çêbûye.


- Erdogan li Brûkselê peyamên germ da ji bo berdewamiya danûstandinên Tirkiyê li gel Awrûpa. Ji bo kêşeya penaberan ev pêşniyaz kir, divê bernameya perwerdê û çekdariyê bidome, herêmeke parastî bê avakirin li gel xeteke qedexe dijî birrîna balafirên şer.


STAR


Careke din bibe emê lêdin…
Dawûdoglu, hişyarî da Rûsya, eger ev tekrar bibe çi pêwîst be dê ew bê kirin.

YENİ ŞAFAK


-Rûsya sînor derbas kir…
Bombeyan bi ser Tirkmanên ku li hember rêjîmê şer dikin, dibarîne, do jî ji sînorê başûr derbas kir, Tirkiye hişyarî pê da.


-Çîn jî amadekariyê dike ku daxilî şerr bibe. Çîn dê bi balafirên J-15 li rex Rûsya bikeve nav şer de. Balafirrên Çînê dê ji Iraqê ji ser binkeyên Taqadûm û ji Tartûsê bi hewa kevin.


-Erdogan, ji Awrûpayê xwest ku meşrûiyetê nedin PKKê bi navê ku li dij DAIŞê şerr dike.

SABAH


Em in yên li dij terorê şer dike…
Erdogan, bang li Yekîtiya Awrûpa kir û got, terorîstê çê û neçê tune. Serkeftina li dijî terorê bi hevkariyê pêk tê.

CUMHURIYET


-Bîlal Erdogan li Îtalya bi cî bû.
Bilal Erdogan piştî 7ê Hezîranê li gel zar û malbata xwe bar kir Îtalyayê ku dê li wir xwendina xwe bidomîne.


- Ji bo êrîşa li ser rojnamevan Ahmed Hakan, 100 hezar TL bertîl kirine. Yek ji kevnendamê hêzên ewlehiya taybet Yahya Kemal Gezer ev êrîş bi rêk xistiye.

TARAF


-Tirs û xofa li nav AKPê…
Di hemû rapirsiyan de li jêr %40 xuya dike, di hilbijardina 7ê Hezîranê de 18 endamparlamanên ku bi zor bi dest xistibû li hin bajaran, xuya dibe ku ew jï ji dest diçin.


- Bilal reviya Îtalya, Reza jî çû Dubey. Li gor agahiyên ku Fuat Awnî ragihandiye, Bilal Erdogan bi komek pere û li gel parêzvanên çekdar çû Îtalyayê, Reza Zerrab ku yek ji gumanbarên gendeliya 17ê Kanûnê bû, xwe gihand Dubey.


- Êrîşkarên ser Ahmed Hakan di îfadeyên xwe de gotin, hem MÎT hem jî hêzên taybet di vî karî de bi me re bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst