LPG jî biha bû: ‘Bila çareyekê ji halê me re bibînin!’

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan LPG Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihabûna LPGyê bû sedema nerazîbûna xelkê.

Li ser ekrana benzînxaneyeke li navçeya Kadirliyê ya parêzgeha Osmaniyeyê, nirxê nû yê sotemeniyê tê nîşandan.

Li nirxê lîtreyeke LPGyê ku 24 lîre û 12 kuruşan bû, lîreyek û 30 kuruş hat zêdekirin û bû 25 lîre û 42 kuruşan.

Şofêr ji bihayên nû aciz in.

Şofêrê bi navê Oner Îçoz li ser nirxê nû got:

“Ez saet 7ê sibehê hatim gazê bikirim. Bihayê gazê zêde bûye û bûye 25 lîreyên Tirkî.

Dê halê feqîr û xizanan çi bibe. Dê çawa bibe? Rewşa me ev e. Em nikarin debara xwe bikin.

Pereyê ku em qezenc dikin têra xwireka malê nake.

Em spasiya Xwedê dikin lê her ku diçe xirabtir dibe.

Bila çareyekê ji halê me re bibînin û demildest hilbijartinên pêşwext werin kirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bilî bihayê sotemeniyê, bihayê kelûpel û xwirekê jî roj bi roj bilind dibe.

“Em nikarin cotkariyê jî bikin”

Welatiya bi navê Zelîha Oguzê jî anî ziman:

“Rojane nirx biha dibin, dê dawiya vê bihakirinê bibe çi? Debar nabe, tiştek nîne, ev bihabûn dê bigihêje kû derê?

Me cotkarî dikir lê me dest ji cotkariyê jî berda. Em nikarin cotkariyê jî bikin.

Mazot û erd biha ne, pereyê avê giran e, tov biha ye, her tiştê jiyanê biha ye.”

Piştî hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Hezîrana 2023yan sotemenî ji sedî 100î zêdetir bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst