Musa Çam: Divê CHP ji bo endamên xwe jî demokrat be

11 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan CHP Kongre Demokrasî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Endamê Delegasyona CHPyê Musa Çam got, “Divê CHP ji bo endamên xwe jî demokrat be.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Enqereyê ji bo gotûbêjkirina rêziknameya xwe kongreyekê encam dide.

Kongre li salona Jûra Bazirganiyê ya Enqereyê tê kirin û ji bilî gotara destpêkê ji medyayê re girtiye.

CHP bi rêya vê kongreyê dixwaze ku di rêziknameya xwe de çend guherînan bike.

Yek ji xalên ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin jî ew e ku erkê dide Serokê CHPyê.

Li gorî vê xalê dê Serokê CHPyê karibe ji sedî 15ê namzedên parlamenteriyê destnîşan bike.

Ev xal di nava CHPyê de dibe sedema nîqaşan û hinek endam û parlamenter bertekê nîşanî vê yekê didin.

Endamê Delegasyona CHPyê û Şaredarê Çanakkaleyê Muharrem Erkek li ser mijarê got:

“Kongreyeke gelekî girîng e, em dê rêziknameya xwe bi pêş bixin û demokratîktir bikin.

Em dê bi hêza guherînê tevbigerin. Di nava civakê de daxwaza guhertinê heye.

Em dê desthilata xwe ya heremî bikin desthilata giştî.

Gavên girîng tên avêtin, em dê paşê kongreya xwe ya bernameyê jî bikin.

Ez bawer dikim ku dê di desthilata gel de her tişt baştir be.”

Endamê Delegasyona CHPyê Musa Çam jî anî ziman:

“Partiya ku demokrasî, mafê hilbijartinê aniye Tirkiyeyê pêwîst e di nav xwe de jî, ji bo endamên xwe jî demokrat be, pêwîst e azadî hebe.

Pêwîstiya me bi vê kongreyê hebû, hinekî derengî ket lê di van du rojên pêşiya me de bi xebatên xwe CHP dê rola xwe ya dîrokî bilîze.

Careke din dê taca zêrîn a demokrasiyê diyarî Tirkiyeyê bike.”

Endamê Delegasyona CHPyê Îbrahîm Ozdîş da zanîn:

“Mixabin demeke dirêj e di nav partiya min CHPyê de demokrasiya navxwe nemabû.

Me hemûyan ev pirsgirêk dîtin. Eger CHP wekî partiyeke çep û civakhez û demokrat li Tirkiyeyê demokrasiyê bixwaze pêwîst e berê di nava xwe de pîvanên demokrasiyê bi cih bîne.

Ji bilî vê ti rêyên din nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst