LÊKOLÎN - Neteweperweriya Kurdan her ku diçe geştir dibe

Stenbol (Rûdaw) – Li gorî lêkolîna Spectrum Houseyê neteweperwerî di nav Kurdan de her ku diçe geştir dibe.

Navenda Lêkolîn û Ramanê ya Spectrum Houseyê li ser meyl û helwesta dengdêrên Kurd raporek eşkere kir.

Rapora bi sernavê, “Rapora Pîvana Performans û Meyla Dengdêrên Kurd” ji 33 rûpelan pêk tê û encamên balkêş dihewîne.

Xebat di navbera 15-28ê Tebaxê de li 12 bajaran bi hezar û 508 Kurdan re hatiye kirin.

Di raporê de, tiştê herî balkêş ew e ku neteweperwerî di nav Kurdan de belav dibe.

Li gorî encaman, ji sedî 34,9ê Kurdan xwe wekî “neteweperwerê Kurd”, ji sedî 23,2yê wan xwe wekî “mihefezekar” û ji sedî 19,9 jî xwe wekî “sosyalîst”an pênase dikin.

Li aliyê din, ji sedî 67ê dengdêrên Kurd dixwazin li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext çêbibe.

Dengdêrên Kurd li gel çareseriya pirsa Kurd, herî zêde ji rewşa xirab a aboriyê bi gilî û gazin in.

Dîsa li gorî encamên lêkolînê, dengdêrên Kurd ji DEM Partiyê dixwazin ku ew zêdetir polîtîkayên wekhevî, edalet û ziman bi pêş bixe.

Her wiha ew dixwazin DEM Partî zêdetir xwedî li nasnameya Kurdî derkeve.

Lêkolîn li 12 bajaran hatiye kirin

Lêkolîn li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlîg, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û li metropolên Stenbol, Enqere û Mêrsînê hatiye kirin.

Di çarçoveya lêkolînên de 1,508 Kurdan re hevdîtinên rû bi rû hatine kirin.

“DEM Partî li Kurdistanê xurt e, AKP qels dibe”

Dîrektorê Spectrum Houseyê Dr. Azad Bariş li ser armanca lêkolînê got:

“Armanca vê xebatê ew e ku helwest û meyla dengdêrên Kurd kifş bibe. Nêrîna wan a li hemberî partiyan çawa ye, li xwe çawa dinêrin?

Em dibînin ku DEM Partî li Kurdistanê xurt e lê partiya desthilatdar AKP qels dibe.

Lewra miameleya Erdogan û ya AKPyê ya li hemberî Kurdan dibe sedem ku ew di nav Kurdan de hêza xwe ji dest bide.”

Zext xwedîderketina li nasnameyê bi xwe re tînin

Di raporê de, tiştê herî balkêş ew e ku neteweperwerî di nav Kurdan de belav dibe.

Li gorî pisporan, her ku dewlet û desthilat polîtîkayên bişaftin û neçareserkirina meseleya Kurd bi pêş dixin, Kurd zêdetir xwedî li nasname û Kurdayetiya xwe derdikevin.

“Neteweperweriya Kurdan her ku diçe geş dibe”

Koordînatorê Spectrum Houseyê Zekî Gurur wiha behsa vê diyardeyê kir:

“Di lêkolîna me de jî derket jixwe, hema hema ji 3 Kurdan yekê wan xwe wekî neteweperwerê Kurd pênase dike.

Ji ber ku problema Kurdan ev 200 sal in berdewam dike û hîn jî nehatiye çareserkirin neteweperweriya Kurdan her ku diçe geş dibe.”

Li gorî raporê, ger sibe hilbijartin çêbibe DEM Partî dê li bajarên Kurdan ji sedî 60,8, AK Partî ji sedî 16,5, CHP jî ji sedî 11,7ê deng wergire.

Li gorî encaman, AK Partî li bajarên Kurdan dengên xwe kêm dike lê CHP dengên xwe zêde bilind nake.

Lê tiştê balkêş ew e ku CHP li nav Kurdên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn dengên xwe zêde dike.

Li Stenbola ku derdora 5 milyon Kurd lê dijîn jî lêkolîn hat kirin. Piraniya Kurdên Stenbolê daxwaza çareseriya pirsa Kurd dikin.

“Em zimanê xwe dixwazin”

Rûkiyeya ku dengdêrek Kurd e xwesteka xwe ya zimanê dayîkê bi bîr anî û got:

“Em zimanê xwe dixwazin. Heq û edalet çi be divê wisa çêbibe. Li hemberî neheqî û zilman divê em rabin ser pêyan.”

Dengdêrê Kurd Abdullah Arat jî got, “Divê em di nav xwe de, bi zarokên xwe re tim bi zimanê xwe xeber bidin û xwedî li zimanê xwe derkevin.”

“Divê em nehêlin ku me înkar bikin”

Dengdêrê Kurd Evdilxaliq got, “Divê em nehêlin ku ew me ti carî înkar bikin. Heta ji me tê divê em zimanê xwe bi pêş bixin.”

Ji sedî 51,7ê beşdaran, didin zanîn ku ew di nav serokên siyasî de herî zêde Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanakê diecibînin.

Ji sedî 15,3 Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan, Devlet Bahçelî û ji sedî 9,2 jî Ekrem Îmamoglu, Ozgur Ozel û Mansur Yavaş diecibinîn.

Li gorî rapora Spectrum Houseyê, dengdêrên Kurd ji partiya sereke ya Kurdan DEM Partiyê dixwazin ku ew polîtîkayên wekî wekhevî, edalet, aştî û perwerdeya bi Kurdî bi pêş bixin.

An ku dengdêrên Kurd dixwazin DEM Partî zêdetir xeta Kurdperweriyê xurt bike û pirsa Kurd tim bixe rojeva xwe.